Rû çi ye?

Mizgîn Ronak Aydin

Dibêjin ku ”rûyê reş hewcê teniyê nake”. Kes û fikr û zikrên ku hewcehiya wan bi teniyê tine, çiqas pir in ne? Gelo dema ku dapîr û bapîrên me wata di vê gotina kevnar de keşif kirin, çi dikirin? Kî bûn li derdorên wan ku karibûn bi saya wan rûyên wan ên reş, teniyê ji reşkirinê azad kirin û besbûna reşîtiya rûyên wan, nîşanî xwe û me dan? Îja rûyê ku gelek caran maske-rûpoşa kesayetê ye kengê welê reş dibe ku, tenî li hember wî bêhukum dimîne?

Kî ne, kî ne ew rûyên reş ku hingê û niha, wiha li me dikin bi reşbûna xwe?

Li aliyê din di sala 1973an de psikoterapistê bi navê Peter Sîfneos, ji du peyvên qedîm (û helbet dîsa yewnanî) navê nexweşiyek dît; ku ew nexweşî ”aleksîtîmî” bû. û ji ”alekso”, ango ”bera pey dan” û ”thûmos”, ango ”rih, fikir û hest”ê dihat û wata wê; ”bera hestên xwe dan” an jî ”hestên xwe ajotin” bû. Lew nexweşên ku bi vê nexweşiyê ketibûn, nizanibûn ku çi dijîn, pêwendiya wan bi hestên wan re tunebû, loma jî nikaribûn behsa hestên xwe bikin, ew û hestên xwe bubûn biyaniyên hev.

Îja li gor zanista derûnînasiyê, heta ku tu nikaribî hestên xwe bêjî, tu nikarî bibî xwediyê/a wan jî, ango; ew hest, li dil û hinavên te bên jiyîn jî; ji bo ku tu nikarî behsa wan bikî û wan bi deng û awaza peyvan bi firê bixî, ew; ne yên te ne.

Loma jî mirovên aleksîtîmî, wek ”mirovên ku hestên wan û jiyana wan a hestiyarî nîn e” tên hesibandin, ji ber ku heta ku tu nikaribî hestên xwe bêjî, hestên te ne yên te ne, bes piştî ku tu dikarî wan bibêjî, ew dibin ên te.

Lê gelo kesên xwediyê rûyên reş, çi bi hestên xwe dikin, (em di vê navberê de wan jibîr nekin) çawa wan dikin rûpoşek welê ku tenî jî newêre xwe nêzî wan bike? Çima hestên wan li tembûrê, lê rûyê wan li zirnê dixe û bi reşahiya xwe, wiha dibêje; ”rûyê reş hewcê teniyê nake”. Lew xwiya ye ku rûyê wan bûye rûpoş-maskeyek reş.

Ma rû, ew gula geş a hestên zelal, çima û çawa reş dibe? Kî ne ên ku mirovan wilo ji hestên wan bi dûr dixin ku tenê reşahiyek wek ya rûpoşên celadan dimîne di destên wan de?

Belê rû, baxçê hest, giyan û ramanê mirov e, lê dema ku durustiya di navbeyna hest, raman û rû de tune be, rû; reş dibe, qirêj û dejenere dibe.

Îja ev bêrûtiya ku navê wê ”rûyê reş”e, ne wek bêrûtiya Markosê berdevkê EZLNê yê hêja ye, na. Wan jî ji xwe re digotin, ”em ên ku rûyên wan tu ne ye ne”. Lê bi wê rûpoşa xwe ya ripîreş, rûyên çiqas delal çêdikirin ne?

Mînak, niha jî dema ku em dibêjin ”heval Markos” bi hezaran rûyên delal tên bîra me, lew teva ku rûyên wan ên li bîra me hêj rûpoşkirî ne jî; dil û hişê me wan dibîne, her carê ji nû va wan li bîra xwe dinexşîne. Nexwe ya ku rûyan reş û tune dike, rûpoş nîne ne?

Çî ye, çî ye ya ku rûyan bêrûpoş û teniyê tune dike? Çima Markosên ku me qet rûyên wan nedîtiye, wek rûyên heyvê li bîra me dimînin, lê rûyên ku wek şûrek bi xwîn li her derê derdikevin pêşiya me, nîn in, bê qîmet, bê rû û wate ne? Tew Markosan, rûyên xwe nîşan nedidan da ku hiyerarşî çênebe, hin rû tim li ser seran û hin rû jî tim wenda nemînin. Yanî wan rûyên xwe vedişartin, wenda dikirin da ku rû tev wek hev bin, nas û serwer bin.

Belam rûreşên ku tu heta bêjî bêrûpoş û spî ne, çiqas bêhurmet û kirêt in, çiqas bêrû û serberjêr…

”Tutto a te mi guîda”. Ev gotina îtaliya ku ji latînî tê, wiha dibêje: ”her tişt min tîne ba te”. Hin rû hene, her tişt mirov dibe ba wan. Reş nîn in ew rû, spî jî nîn in, şuxulandî, wermandî, şelandî jî nîn in, wek yê gulek xweveşar sade û pak in, wek kaniyek welat a di daldeyek da zelal û heval in. Lê hin rû hene hewarê, ne em bibînin, ne jî behs bikin, xweda û xwedawend me jî, wan jî ji wan xelas bike.

Belam rû tiştek wisa ye ku em ne dikarin jê birevin, ne jî dikarin bê wî bimînin. Ji bo ku em tev xwediyê rûyekî ne jî, her gav û her kêlî rastê wî tên, loma jî dema ji me re bi awayekî ”cîîq!” dike, em tên ser hemdê xwe, divê em bên jî… Lew ku welê nebe, dibe ku ew teniya di wê gotina dapîr û bapîran da ji rûyê me jî bireve û bêje; ”bê lome be, ev çi rûreşî ye!”

Wek ku em pev re dibînin, tu tiştek avaman û statîk nîn e, lê rûyê ku reş bibe jî nikare spî bibe û kolonyalîzm, pê li wan rûyan dike û dimeşe, ew; bê hev nabin. Li ku rûyek reş, li wê postal û qondereyek reş. Ma dê ew gotina me ya kevnar çima xwe nehejîne û neyê; ”rûyê reş, hewcê teniyê nake”, û …hew.

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir